Nîsan 19, 2022 13:37 Asia/Tehran
  • HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo nixumandina xizaniyê dest bi şer kir

Di encamnama civîna Meclîsa Partiyê ِDemokratîka Gelan (HDP) de hate gotin, "Desthilatdarî, ji bo ku birçîbûn û xizaniya giran veşêre, dest bi operasyonan kir. Divê raya giştî ya Tirkiyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin."

Encamnama civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ku 17'ê Nîsanê bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar pêk hat, hate eşkerekirin.

Di encamnamê de hate ragihandin, ku krîzên piralî yên ku cîhan êsîr girtine, şerê hegemon ê hêzên emperyalîst girantir dike û işaret bi şerê li Rojhialta Navîn, Bakurê Efrîqayê û şerê li Ûkraynayê hate kirin.

Di encamnamê de hate gotin, "Kapîtalîzm her ku ji bo derbaskirina krîzê gavê diavêje, karker, kedkar û gel dieciqin. Em banga lezgîn dikin. Şerê Rûsya-Ûkraynayê divê tavilê bi dawî bibe, dawî li kuştina mirovan bê anîn."

Beşeke girîng a encamnamê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Têkildarî mijarê di encamnamê de hate ragihandin, ku di atmosferekê de ku şerê Rûsya-Ûkraynayê dewam dike, desthilatdariya li Tirkiyê jî êrişên li ser Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê giran kiriye û hate gotin, "Êrişa leşkerî ya 'Kîlît Pençe' ku vê gavê li xaka Herêma Kurdistanê tê kirin, yek ji wan êrişên zêdeyî 40 sal in têne kirin û çareseriya pirsgirêka Kurd dixitimîne.

Desthilatdarî van operasyonan ji bo nixumandina krîza aboriyê, birçîbûn û xizaniyê bi kar tîne. Divê raya giştî ya Tirkiyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin. Ev şer ne ji bo welêt e, lê ji bo mayindebûna tifaqa AKP-MHP'ê ye. Welat û Rojhilata Navîn bi aştiya bi rûmet a li ser bingeha wekheviya gelan dikarin aram bibin."

Serepeyv