Serokê CHPê piştgirî da êrişa nû ya Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu ku partiya sereke ya opozsiyona Tirkiyê ye, piştevaniya xwe ji operasyona “Pence-Kilîl” a nav axa Herêma Kurdistanê re ragihand. Kemal Kiliçdaroglu dibêje duayên me li gel artêşa me ne û hêviya serkeftin û selametiyê bo leşkerên Tirkiyê xwest.
Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrişa nû a artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ya bi navê “Operasyona Pencik Kilîl”ê daxuyanî da û têda nivîsî: “Duayên me bi artêşa me ya qehreman re di operasyona Pence-Kilîl ya li bakurê Iraqê de ne. Xwedê di vê meha pîroz de leşkerên me biparêze.”
Tirkiyê duh li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna hêzên PKKê operasyoneke nû da destpêkirin. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan birêve diçe.
PKKê ragihandiye, şerekî giran di navbera şervanên wê û leşkerên Tirkiyê de derketiye û 28 leşker ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di operasyonê de heta niha herî kêm 19 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.
Ev êrişa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 3 rojan ser hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tê.