Nîsan 18, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Partiya Rizgariya Gel li dijî Erdoxan, Dawûdoxlû, Bînalî Yildirim û Berat Albayrak sûc ragihand

Li pey weşandina axaftina Ehmed Dawûdoxlû serokwezîrê berê yê Tirkiyê derbarê gendeliya berfireh û rantê li hikûmeta AKPyê, parêzerên Partiya Rizgariya Gel li dijî wî, Erdoxan, Bînalî Yildirim, Berat Albayrak û wezîrên din ên AKPyê sûc ragihand.

Ehmed Dawûdoxlû serokwerzîrê berê yê Tirkiyê û serokê niha yê Partiya Pêşerojê di serdana xwe ya Diyarbekirê perde ji ser gendeliya berfireh di saziya hikûmeta AKPyê rakir û endamên dewletê bi rant, dizî û bêdengiya li hemberî gendeliya hevdu tawanbar kir.

Dawûdoxlû got: Eger ez li dijî gendeliyê ranediwestiyama, min ê serokwezîrtî ji dest nedaba. Eger min dijayetî nekiraba û wekî wezîrên din ên piştî xwe, min ê bi miliyaran dolarî li heyîtiya xwe zêde nekiraba, dê wisa nebûya.

Piştî weşandina fîlma axaftina Ehmed Dawûdoxlû, parêzerên Partiya Rizgariya Gel (HKP) ketin tevgerê û li gorî îtirafên serokwezîrê berê, li dijêî hejmareke serokên niha û berê yê Tirkiyê bi tawana rant û neçêbikaranîna cîgeh û desthilatê, li dozgeriya Diyarbekirê doz vekir.

 

Serepeyv