Mêdyayên hikûmeta Tirkîyê: Erdogan û Mesrûr Barzanî derbarê têkoşîna dijî PKK da gotûbêj kirin
Hin medyayên hikûmeta Tirkîyê ji wan rojnama Daily Sabahê ku bi zimanê îngilîsî tê weşandin û malpera nûçeyan a Haberlarê "gotûbêja derbarê operasyona dijî PKK ya li Herêma Kurdisatnê" hegera seredana Mesrûr Barzanî ya Tirkîyê da zanîn.
Mêdyayên nêzîkî hikûmeta Tirkîyê idia kirin ku hegera seredana vê dawîyê ya Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Tirkîyê û hevdîtina wî digel Receb Teyîb Erdogan Serokomarê vî welatî li qesra Dolmabagçeyê, muzakireya derbarê opêrasyona derve-sînorî ya Tirkîyê dijî PKK li Herêma Kurdistanê bûye.
Malpera Nûçeyan a Haberlerê di vî warî da nivîsî: Di vê hevdîtinê da peywendîyên Iraq û Tirkîyê, meseleyên herêmî û opêrasyona derve-sînorî hatin hilkolandin û herwiha her du alîyan derbarê veguhestina gaza Iraqê bo Ewrûpayê ji rêya Tirkîyê da muzakire kirin.
Rojnama Dêylî Sabah a Tirkîyê jî derbarê seredana Mesrûr Barzanî da wiha nivîsî: Yek ji warên hevkarîya Tirkîyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkarîya di warê têkoşîna dijî têrorîsmê da ye, nemaze balafirên cengê yên Tirkîyê li hin beşên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê da opêrasyonan dijî PKK lidar dixin.
Dêylî Sabahê herwiha ragihand: Cotyar Adil Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gotîye: Hegera opêrasyonên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê hebûna hêzên PKK li wir e. PKK ne Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta û serwerîya wê dikare qebûl bike. Vê partîyê gelê herêmê xistîye rewşeke dijwar da. Armanca PKK lawazkirina Herêma Kurdistanê ye.
Eva seredana duyê ya Mesrûr Barzanî bo Tirkîyê ye piştî ku bûye Serokwezîr. Wî cara dawîyê di sala 2019ê da seredana Enqerê kir û di wê seredanê da bi Erdogan Serokomar û Mewlûd Çavûşoglu WEzîrê Karên Derve yê Tirkîyê ra hevdîtin pêk anî.