Nîsan 17, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Parlemanterekî MHP ji ber rexnekirina hikûmetê û Dezgeha Dadwerîyê ji vê partîyê hat derxistin

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, endamekî partiyê ji ber rexnekirina Ajansa Îstatîstîkê ya Tirkiyê ji ber ku agahiyên nerast derbarê rêjeya rastî ya enflasyonê û herwiha rexnekirina gendeliya di teşklata dadweriyê de, ji vê partiya nijadperest hat derxistin.

Mustafa Baki Ersoy parlemanterê MHP ji ber rexnekirina derbarê jordaçûna asta enflasyonê û gendelîya di Dezgeha Dadwerîyê da ligorî daxwaza Dewlet Bahçelî serokê vê partîyê, dosîya wî raberî Lêjneya Inzibatê ya vê partîyê hat kirin. Ersoy neçar ma ku ji partîya xwe wêda here.

Rojnama Cumhuriyetê nivîsî: Piştî ku Sazîya Amaran a Tirkîyê ragihand ku asta zamê li vî welatî sedî 61.41 e, BaKî Ersoy parlemanterî Kayserîyê çend rojan berî vîya ji ber vê asta zamê rexne kir û Sazîya amaran bi raberkirina amarên nerast tawanbar kir. Wî ragihand ku asta rastî ya zamê serratir ji wê astê ye ku Sazîya Îstatîstîkê (Amaran) ragihandîye.

Vêca Dewlet Bahçelî dosîya Ersoy raberî Lêjneya Inzibatê ya MHP kir ta ku ji vê partîyê bê derxistin. 

Serepeyv