Nîsan 16, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • Dewama Lêpirsîna Kobaniyê: Dest danîn ser mal û milkên 91 kesan

Di çarçoveya lêpirsîna Kobaniyê de dest danîn ser mal û milkên 91 kesên ku biryara desteserkirina ji bo wan hatiye dayîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Kobaniyê de, biryara destdanîna ser mal û milkên 91 kesên ku biryara desteserkirinê li ser wan heye, derxist.

Hate diyarkirin ku biryara destdanîna ser mal û milkan li ser daxwaza dozger ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Enqereyê ve hat dayîn.

Di 12 Nîsanê de Amed, Wan, Edene, Stenbol û Riha jî di nav de li 13 bajaran ji 91 kesên ku biryara desteserkirina wan hatibû dayîn 48 kes hatin desteserkirin û hatin birin bo Enqereyê.

Dema desteserkirina 48 kesên ku li Rêveberiya Ewlekariya Enqereyê hatibûn girtin 4 roj hat dirêjkirin.

Serepeyv