Nîsan 14, 2022 13:56 Asia/Tehran
  • Erdogan serdana Geverê kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi serdaneke neçaverêkirî çûn Colemêrgê.

Erdogan êvara Çarşembê ligel şanda pê re çû navçeya Geverê ya Colemêrgê.

Erdogan ji aliyê Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Admiral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ve hat pêşwazîkirin.

Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun û Rêveberê Ofîsa Serokomariyê Hasan Dogan jî di şanda ligel Erdogan de amade bûn.

Erdogan derbasî Tûgaya Piyade ya 3mîn a Geverê bû û bi leşkeran re fitara xwe vekir. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî ligel Erdogan bû.

Piştre Erdogan li navenda navçeyê bi esnafan re hevdîtin kir.

Hat diyarkirin ku ev serdan di bernama rojane ya Erdogan de nehatib plankirin û Erdogan ji bo ewlehiya xwe ev serdan ranegihandibû.

Serepeyv