Nîsan 12, 2022 11:49 Asia/Tehran
  • Serokê CHPyê: Bila hejmara penaberan ku nasnameya Tirkiyê wergirtine bê eşkerekirin

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dixwaze hejmara wan penaberan eşkere bike ku nasnameya Tirkiyê wergirtine û dipirse, ew tedbîrên emnî çi ne bo piştrastbûna ji wan penaberên we nasname daye wan?

Li gorî nûçeya Rûdawê, Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku vê carê diçe Serokatiya Koç û Koçberan a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da ku ji nêzîk ve haya wî ji gelek mijarên girêdayî koçê hebe û got: “Lê belê berî serdana wê bikim, bi navê raya giştî çend pirsyaran dikim.

Kiliçdaroglu li ser Twitterê pirsên xwe bi vî awayî kirine:

Yekem: We nasnameya kevin a penaberan wergirtiye? Hun piştrast in ji rastiya nasnameyên wan?

Duyem: Nasnameya Tirkiyê bo çend penaberan hatiye dayîn? Ew tedbîrên emnî çi ne bo piştrastbûna ji wan penaberên we nasname daye wan?

Sêyem: Sînorên me wek deriyekî li ser penaberan vekirî ne, çima hun wiha rawestiya ne? Armanc ji vî karî çiye? Hun amadekariya çi dikin?

Roja 8ê Nîsana 2022an Kemal Kiliçdaroglu çû ber deriyê Rêveberiya Goşt û Şîr, lê nehiştin biçe hundir û li ber rêveberiyê civîneke çapemeniyê saz kir. Roja 21ê Çileya 2021ê çû Wezareta Perwerdeyê û roja 25ê Kanûna 2021ê jî serdana Saziya Giştî ya Amarên Tirkiyê kir. Lê nehiştin biçe hundirê yek ji van saziyan jî.

Roja17ê Sibata 2022an Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku li seranserê Tirkiyê 3 milyon û 736 hezar û 91 koçberên sûrî yên demkî hene, ku ji sedî 4.23ê hejmara giştî ya niştecihên Tirkiyê pêk tînin. Di nav wan de 193 hezar û 293 penaberên sûrî nasnameya Tirkiyê wergirtine ku 84 hezar û 152 kes ji wan zarok in. Herwiha 700 hezar zarokên Sûrî li Tirkiyê ji dayîk bûne.

 

Serepeyv