Piştgiriya Tirkiyê ji Konseya Serokatiya Yemenê re
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştgirî da avakirina konseya serokatiyê li Yemenê û veguhestina desthilata Mensûr Hadî ji bo vê konseyê.
Li gorî rapora kanala radyo û televizyona TRT`ê, wezareta karên derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de, amaje bi avakirina konseya serokatiyê li Yemenê kir û îdia kir ku avakirina vê encûmenê (konseyê) dê bibe sedema parastina agirbestê di navbera hemû aliyan de û dê bibe sedema destpêkirina proseya çareseriya siyasî.
Wezareta derve ya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de pêgîrî dike ku Tirkiye dê piştgiriya cîbicîkirina qanûna bingehîn a Yemenê, yekparçeyiya axa wê û hewlên çareserkirina nakokiyên navxweyî bi rêya diyalogê bike.
di vê navberî de Mihemed Elî El-Hûsî, endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hikûmeta Rizgariya Niştimanî ya Yemenê, endamên wê Konseyê weke kirêgirtiyên Erebistana Siûdî bi nav kir û diyar kir ku avakirina vê konseyê ti pêwendiya xwe bi Yemenê re tine û ew bi tenê ayidî erebistana siûdî dibe û di dewamê de ji Erebistana Siûdî xwest dest ji xapandinê berde.