Nîsan 10, 2022 08:39 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha kurdî ya Meletiya Tirkiyê erdhej çêbû

Li parêzgeha kurdnişîn a Meletiyê li Tirkiyê erdhejek bi dijwariya 5,2 rexterê çêbû.

Erdheja li Meletî duh 9ê Nîsna 2022yan saet 17:02 ser wextê xwecî qewmî. Bajarokê Şêro navenda erdhejê bû û kurahiya wê 6.72 kîlometre bûye.

Ji derveyî parêzgeha Meletî erdhejê  parêzgehên din ên kurdan ji wan Amed, Semsûr, Gimgim û Rihayê jî hejandin.

Li gorî raporta saziya çavdêriya Qendîllî, dijwariya vê erdhejê 5.2 bûye û kurahiya wê nêzîkî 7 kîlometre bûye.

Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş, diyar kir ku wan tîmên peywendidar bo herêmê şandine û xebatên lêkolînan dewam dikin û di dewamê de got: "Heta niha ti agahiyeke neyînî me nebihîstiye. Ekîbên me xebatên xwe yên lêgerînê li qadan didomînin.

Serepeyv