Nîsan 08, 2022 09:54 Asia/Tehran
  • Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşniyar kir F-16 bo Tirkiyê bên firotin

Wezareta Derve ya Amerîkayê, ji Kongresa Amerîkayê re pêşniyaz kir ku firokeyên F-16 bo Tirkiyê bên firotin û ragihand ku “Tirkiyê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 berdêla pêwîst daye.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, ji Kongreya welatê xwe re nameyek şand û got, “Firotina firokeyên şer ên F-16 bo Tirkiyê, dê bo berjewendiyên Amerîkayê û ewlekariya neteweyî guncan be û di heman demê de bo dema dirêj ji yekitiya NATOyê re xizmet bike.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê di nameyê de dibêje: “Rêveberiya Biden, wiha bawer dike peywendiyên bazirganiya berevaniyê di gel Tirkiyê, ji bo ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê, bo berjewendiyên aborî û bazirganî û bo yekitî û berjewendiyên hevpeymaniya NATOyê pêwîst in. Peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê aloz in, lê eva Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 hat derxistin,  berdêla pêwîst da.”

Di nameyê de tê pêşniyazkirin ku firokeyên F-16 bo Tirkiyê bên firotin û ji bo vê pêwîstî bi erêkirina Kongreyê heye. Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha got: “Piştgiriya Tirkiyê bo Ukraynê û peywendiyên wê yên berevaniyê, li herêmê rêgiriyeke girîng li tevgerên xirab dike.”

Tirkiyê, meha Cotmeha 2021ê ji bo kirîna 40 firokeyên F-16 û nûjenkirina 80 firokeyên F-16 serî li Amerîkayê dabû. Lê Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê, bersiva daxwazên Tirkiyê nedabû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan, 10ê Adara 2022an di peywendiyeke telefonî de ji Serokê Amerîkayê Joe Biden daxwaz kiribû ku cezayên li ser pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyê bên rakirin û daxwaza kirîna F-16an a Tirkiyê bê qebûlkirin.

 

Serepeyv