Kiliçdaroglu: Enfilasyon bûye ji sedî 143, Berpirsê wê jî ew kesê li koşkê rûniştî ye
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê rewşa xirab a aboriya Tirkiyê de rexne li desthilatê û Serokkomarê Tirkiyê girt û got: “Li Tirkiyê rêjeya enfilasyonê gihiştiye ji sedî 143. Berpirsê vê yekê jî ew kesê ku li koşkê rûniştiye.”
Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî Kemal Kiliçdaroglu îro 5ê Adara 2022ê de derbarê rewşa xirab a aboriya Tirkiyê de rexne li desthilatê girtin û got: “Enfilasyon bûye ji sedî 143 lê hikûmet tenê ji gel re dibêje fedakariyan bikin. Enfilasyon baca herî ne dadmend e.”
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) 4ê Nîsana 2022ê ragihandibû ku li Tirkiyê enflasyona Adarê bi rêjeya %5.46 zêde bûye û salane gehişte %61.14, lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî di ehman rojê de , rêjeya enflasyona salane %142.63ê ragihandû.
Derbarê van amaran de jî Kemal Kiliçdaroglu got: “Amarên enfilasyonê yên saziya amaran ne rast in. Amarên rast ji sedî 143 ne. Berpirsê vê yekê kî ye? Ew kes e ku li koşkê rûniştiye. ”
Li gor amarên Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê sînorê birçîbûnê yê malbeteke 4 kesî li Tirkiyê 4 hezar û 928 lîre, wate 675 lîre ji mûçeyê kêmane zêdetir e. Beşek ji partiyên opozîsyonê dibêjin di dîroka komarê de yekem car e ku Tirkiye rûbirûyî senaryoyek bi vî rengî dibe.
Kiliçdaroglu herwiha got: “Saziya Amaran a Tirkiyê rastiyan nabêje. Eger bibêje enfilasyon ji sedî 61 e em hemû dizanin ev rêje bêhtir e. jixwe Grûba Lêkolîna Enfilasyonê saziyeke serbixwe ye û ji akademîsyenan pêktê, li gor wan enfilasyona salane, ji sedî 143 ye. Ev yek rast e? Belê rast e. Kesên ku temaşe dikin wê biêjin tu van amaran ji ku dizanî? Ez wiha bibêjim, kartol ji sedî 207 hatiye bihakirin. Keskahî ji sedî 193, bacanê reş ji sedî 185, rûnê hişk ji sedî 160, kundir ji sedî 153 û gulkelem jî ji sedî 146 hatiye bihakirin. Ev tenê kelûpelên metbexê ne. ]]]]]]]]]]]] Baş e wê demê ji sedî 61 çawa rast e. Herwiha komir ji sedî 221, mazot ji sedî 210, LPG ji sedî 193, benzîn ji sedî 161 û tûpê metbexê jî ji sedî 137 hatiye bihakirin. Ma ji sedî 61 rast e, an jî amara Grûba Lêkolîna Enfilasyonê? Helbet amar ji sedî 143 ye.”