Nîsan 05, 2022 18:42 Asia/Tehran
  • Erdogan li dijî Kiliçdaroglu dozeke din vekir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de bi hinceta ku mafên wî yên şexsî binpêkirine dozeke din a 1 milyon lîreyî ku dike nêzîka 70 hezar dolar vekir.

Parêzerê Serokomarê Tirkiyê Huseyin Aydin bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji ber axaftinên Serokê CHPê yên civîna partiya wî ya di 22ê Adarê de û peyama li ser Twitterê ya 31ê Adarê dozeke 1 milyon lîreyî ku dike nêzîka 70 hezar dolar vekirine.

Erdogan 31ê Adara 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê bo Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu peyamek belav kiribû û gotibû “Ew fermanberê bacê ye lê ez aborînas im. Cûdahiya me ev e.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî heman rojê derbarê van gotinên Erdogan de li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv dabû û gotibû “Tu ne aborînasî. Tu tenê dikarî bibî tehsîldarê çeteyê 5 kesî. Tehsîldarekî ku çav berdaye pereyên xelkê.”

Serepeyv