Bihabûn li Tirkiyê berdewam e
Rêjeya bihabûnê li Tirkiyê di meha Adara 2022an da gihîşte asta herî bilind li sala derbasbûyî da.
Di meha Sibatê da rêjeya Bihabûnê gihîşte sedî 54.4 pêka sala berê û rekorda daketina bihayê pereyê Tirkiyê û zêdebûna bihayê enêrjiyê hat şikestin.
Li gorî vê raporê, lîreya Tirkiyê ku sedî 44 bihayê xwe li hemberî dolarê di sala 2021ê da ji dest dabû, vê sibê jî daket û her dolarek bû 14.7 lîreyî.
Ev di halekî da ye ku kêmtir ji 15 meh heta hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê ku biryar e di Hezîrana 2023an da were lidarxistin maye.
Karzan dibêjin destwerdanên nedurist ên Erdogan di siyasetên aborî û bankî yên Tirkiyê da û destwerdanên navçeyî yên hikûmeta Erdogan hokarên ssereke yên qeyrana aborî li vî welatî û zêdebûna rêjeya bihabûnê ne.