Nîsan 04, 2022 16:33 Asia/Tehran
  • Sencer: Rêkara dîplomatîk ji bo meseleya kurdan kilîda aştiyê li Tirkiyê ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî teqeziya li ser girîngiya pêkhatina aştiyê li Tirkiyê, got ku armanca HDPyê pêkhatina Aştiya Mezin e.

Medhet Sencer, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di axaftina xwe li çaremîn kongreya asayî ya partiya xwe li Meletiyê bi gotina vêya ku hikûmeta niha ya Tirkiyê dijminî û şerxwazî kiriye bingeha karê xwe, got: Hikûmeta Tirkiyê li dijî gel, ciyawazî, baweriyên cûr bi cûr, xort û jinan û xwezayê şer dike. Eger em dixwazin vê hikûmetê biguherînin, destpêkê divê li dijî beşên cûr bi cûr ên vê siyaseta şerxwaziyê rawestin. Di vê em siyaseta şerxwaziyê ji holê rakin. Wêdadayîna vê hikûmetê têrê nake, Em divê siyaseta ku bi şêrr jiyana xwe didomîne ji nav bibin. Em vê hikûmetê wêda datînin, lê em li dû hikûmeteke din bi vê zihniyetê lê bi rûvekeke cihê nînin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got: Me rêya xwe ya sêyem li ser bingeha demokrasiya bihêz, aştiya mayînde, mafên beranber ên welatiyan û dadmendiyê ava kiriye. Rêya sêyem dê aştî, demokrasî û dadmendiyê ji bo gelê Tirkiyê bîne.

 

Serepeyv