Nîsan 04, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Siyasetvanê girîng ên AKPyê ji vê partiyê hat derxistin

Nûçeya derxistina siyasetvanekî payebilind ên AKPyê wek partiya desthilatdar li Tirkiyê bala aliyên siyasî li vî welatî kişandiye.

Li gorî rapora Rojnameya Millî Gazate'yê ya Tirkiyê, Edhem Sancaq ji serokên herî girîng ên AKPyê bû. Ev bazirgan û karsazê dewlemened, endamê konseya siyasetdarêştinê ya partiyê û ji çalakên siyasî û aborî yên pêbawer li cem Erdogan bû û hertim xwedan desthilat û bandoreke zêde di biryarên siyasî yên hesas ên partiya desthilatdar da bûye.

Wer xuya dike ku babet û gotegotên pêkhatî derbarê amajeya bi rola Amerîkayê di desthilatdarbûna AKPyê bûye sebeb ku Sancaq were derxistin û ew jî ji pêş va ketiye tevgerê û beriya wergirtina hikmê derxistinê, bi xwe nameya istîfaya xwe ji bo Erdogan şandiye.

Fatih Altaylî şirovekerê nasyar ê Tirkiyê vê rûdanê girîng dizane û bawer e ku Sancaq ji bo dewama wergirtina puenên malî ji AKPyê, li dû rêyekê ji bo vegeriyana bo nav partiyê ye.

 

Serepeyv