Karwanekî serbazî yê Tirkiyê derbasî Idlibê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i332981-karwanekî_serbazî_yê_tirkiyê_derbasî_idlibê_bû
Karwanekî serbazî yê Tirkiyê ku ji 40 zirêhpoş û 8 barhilgirên alîkariya lojîstîkî pêk dihatin, derbasî parêzgeha Idlibê bû û li rojhilatê wê parêzgehê hatin bicihkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2022 08:54 Asia/Tehran
  • Karwanekî serbazî yê Tirkiyê derbasî Idlibê bû

Karwanekî serbazî yê Tirkiyê ku ji 40 zirêhpoş û 8 barhilgirên alîkariya lojîstîkî pêk dihatin, derbasî parêzgeha Idlibê bû û li rojhilatê wê parêzgehê hatin bicihkirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, êvara roja 2ê Nîsanê karwanekî serbazî yê Tirkiyê ku ji 40 zirêhpoş û 8 barhilgirên alîkariya lojîstîkî pêk dihatin derbasî parêzgeha Idlibê bû û piştre li Kampa Mestûme û balafirgeha  Teftenaz a li rojhilatê wê parêzgehê hatin bicîhkirin.

Di 16ê Adara borî de jî, karwanekî serbazî yê Tirkiye ku ji 50 tank, zirêhpoş, mûşekxane û topxaneyan pêk hatibû li navçeya Çiyayê Zawiye hatibûn bicîhkirin.

Bajarê Idlibê di bin kontrola grûpên çete û terorîst de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Heyet Tehrîr Şam, bi navê xwe yê berê El Nusre, grûpa sereke ye li Idlib ku ew grûp ji alieyê gelek welatan ve wek “rêxistineke terorîst” hatiye nasandin.