Nîsan 02, 2022 11:44 Asia/Tehran
  •   Li Erzirom û Qersê Berf û pûkê rêya 32 gund û goman girt

Li Erzirom û Qersê ji ber berf û pûkê rêya 32 gundan girtî ye.

Li Erziromê ji ber berfa di hefteyên dawîn da bi tesîr bû rêya 31 tax û gomî hat girtin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê li navçeyên Tekman û Xinisê ji bo rêyên berfê girtiye vekirin, li ser karê xwe ne.

Ekîbên rêbejê jî ji bo rêya di navbera Erzirom-Tekmanê da vekin, xebatên xwe didomînin.

Li Qersê jî berf û pûkê rêya gundekî girt.

 

Serepeyv