Adar 30, 2022 21:50 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê 6 polîs hatin girtin

6 polîsên Tirkiyê yên ku li bajarê Stenbolê otomobîla du welatiyên Surî rawestandibûn, pereyên di otomobîla wan de biribûn û li şûnê pereyên sexte û maddeyên hişbir xistibûn otomobîla wan, hatin girtin.

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê roja 13ê Adara 2022ê otomobîla ku Muhemmed Nadir Hemud û Mahir El Selman bikar dianîn ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Li gor qeydên di destê dozgeriya ewlekariyê de; di otomobîlê de 9 hezar û 156 dolar û 33 hezar û 900 lîreyên Tirkî hebûne, ew jî yên wê kompanyayê bûn ku herdu kesên Sûrî lê kar dikirin. Polîsan piştî otomobîl kontrol kirine, gotine di nav otomobîlê de hinek pereyên normal, hinek pereyên sexte û maddeyên hişbir dîtine, lewra Hemud û El Selman desteser kirine.

Li gor medya Tirkiyê piştî ku ev her du kes birine navenda polîsan a wê navçeyê li wir van kesan giliyê polîsan kirine û gotine "Polîsan di dema kontrolkirinê de ev tişt xistine nav otomobîla me." Piştî lêkolînan derket holê ku van polîsan maddeyên hişbir xistine otomobîla wan.

Her wiha diyar bû ku li cihê 9 hezar û 156 dolar û 33 hezar û 900 lîreyan jî di qeydên fermî de 3 hezar û 456 dolar û 14 hezar 770 lîre nivîsî ne. Ew pereyên sexte jî heman polîsan xistine nav wê otomobîlê. Li gor encamên lêpirsîna edlî û îdarî polîsên ser bi Tîma Yildirim a Esenyutê Burhan A., Îlhamî Y., Ekrem Y., Emrah A., Mehmet Salih G. û Mehmet S. bi biryara dadgehê hatine girtin, herwiha herdu welatiyên Surî jî hatine berdan.

Serepeyv