Adar 30, 2022 15:23 Asia/Tehran
  • CHPê li Emcûmena Ewropayê tayînkirina qeyûman rewa da zanîn

Hevseroka Şaredariya Silopî Adalet Fidan ku li ser navê HDPê beşdarî “Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê” bibû, ragihand ku endamên CHPê di kongreya de piştgirî da tayînkirina qeyûmên li şûna şaredariyên bajarên kurdan li Tirkiyê.

42mîn Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Encûmena Ewropayê di 23yê Adara 2022yan de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat lidarxistin.

Di kongreyê de hat qebûlkirin ku qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji bo şaredariyên li  herêmên kurdî tên tayînkirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Di raport û pêşnûmayê de tê gotin ku li Tirkiyê danîna berdewam a qeyûman li şûna serokên şaredariyan ên bi hinceta terorê ji kar hatine dûrxistin bo demokrasiya xwecihî bûye astengî.

Kongreyê li hemberî 25 dengên na bi 100 dengên erê qebûl kir ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDPê "darbeya li demokrasiya herêmê ye".  

Li deverên kurdî yên Tirkiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31ê Adara 2019ê de 65 şaredarî bidest xistin lê bo 48 şaredariyên wê qeyûm hatin danîn û 6 ji wan jî nehatin erkdarkirin. Di hilbijartina berî wê de jî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberiya 102 şaredariyan bidest xist lê qeyûm bo 96ê şaredariyên wê jî hatin danîn.

Li ser navê HDPê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan di kongreya ku ji 47 welat nûner beşdar bibûn amade bû. Têkildarî kongreyê Fîdan, ji medyaya nêzîkî HDPê re axivî.

Fîdan diyar kir ku di kongreyê de pêşniyarên nûnerên AKP û MHPê yên ku tayînakirina qeyûm rewa dîtin, hatin redkirin.

Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku endamên Partiya Komarî ya Gel (CHP) di dengdana raporê ya li ser tayînkirina qeyûmên şaredariyan de her wek endamên AKP û MHPê dengên erê dan.

Derbarê vê yekê de Fîdan got: “Daxuyaniyên endamên CHPê yên der barê qeyûman de cihê dilgiraniyê bûn. Di hevdîtinên me yên berê de û di axaftinên xwe yên bi kesên din re û li bajarên kurdî de jî digotin qeyûm ne qanûnî ne û îradeya wan zeft dikin. Lê belê di axaftinên xwe yên li Encûmena Ewropayê de hewl dan tayînkirina qeyûman rewa nîşan bidin û gotin ku li Tirkiyê terorîzmeke berfireh heye. Ev helwesta CHPê nayê qebûlkirin. Gotin û gavên CHPê ku hewl dide xwe weke partiyeke demokratîk nîşan bide, li hev nakin. CHPeyî li navxwe cuda li derve cuda diaxivin."

Ji hemûyan re durûtiya CHP eşkere bûye, vê partiyê jî axivtina ji mafên kurdan ji hedefên xwe re kiriye darê destan, çawa ku AKPê ev kara kir û niha ku li ser deshilatiyê ye bûye dijminê sereke yê kurdan.

Serepeyv