Adar 30, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Li pênc bajarên Tirkiyê hêzên ewlehiya vî welatî gelek kes destgîrkirin

Polîsên Tirkiyê îro serê sibehê li pênc bajaran avêtin ser malan gelek kes destgîr kirin ku rojnamevan jî di nav de hene.

Fermana serdegirtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate dayin. Li Stenbol, Enqere, Hatay, Îzmîr û Erzîromê avêtin ser gelek malan û herî kêm şeş kes destgîr kirin.

Rojnamevan Emre Orman û Ahmet Bay, Rojda Yalinkiliç, Bayram Dalyan, Arda Tûran û Çagdaş Aydogdû hatin destgîrkirin.

Şeş kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û tê gotin, hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.

Hikûmea AKP-MHPê bi henceta endambûna PKKê û Tevgera Gullen gelek ji dijberên xwe digirin û têxine hewsê an jî ew ji karên wan dûr xistine, da ku bi vî awayî deshilata xwe li Tirkiyê  berdewam bike.

Serepeyv