Adar 28, 2022 21:16 Asia/Tehran
  • Avahiya HDPyê li Mêrsînê kete ber êrîşeke çekdarî

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê li navçeya Erdemliya Mêrînê kete ber êrîşa çekdarî ya komeke kesên nenas.

Li gorî rapora rojnameya Duvarê, Şeva derbasbûyî di encama êrîşa çekdarî ya komeke nenas li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Erdemliya Mêrsînê, hin ziyan li vê avahiyê ketin.

Êrîşkeran bi guleavêtinê ziyan li tabloya vê partiyê xist.

Vê sibê, dema ku endam û kedkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwestin derbasî avahiyê bibin, bi êrîşa şeva derbasbûyî hesiyan.

Piştî wê endamên HDPya Mêrsînê, endamên Lijneya Hevgirtinê û Hevkariya di gel malbatên mehkûmên Çukurvayê (TUAY-DER), Civata Mafzanên Azadiyê  (ÖHD) û Encumena Mafên Mirovan (IHD), bi kombûna li ber avahiya partiyê ragihand ku ew ê li hemberî zextan li ber xwe bidin.

Hevserokên HDPya Mêrsînê jî di axaftinekê da daxwaza têkoşîna hevpar li dijî faşîzmê kir.

Li pey êrîşa şevê li ser avahiya HDPyê, endamên gelek saziyên sivîl weke Encumena Mafên Mirovan û Platforma Kar û Demokrasiyê di hevdîtina di gel endamên vê partiyê li Mêrsînê, hevgirtina xwe di gel wan diyar kir.

 

Serepeyv