Adar 28, 2022 17:01 Asia/Tehran
  • Pirsgirêka mînên sergerdan ên ukraynî ji bo Tirkiyê berdewam in

Çavkaniyên ewlehiy li Tirkiyê qala keşfkirina mîneke din a sergerdan a ukraynî li nav Deryaya Reş kir.

Rûsiyê roja Duşemiya pêş yekemîn hişyariya xwe derbarê berdana mînan ji aliyê Ukraynê va li derdora benderên girîng ên vî welatî - di germegeerma pevçûnan da - dabû.

Li gorî gotina ûrisan, hejmareke mînên ku Ukraynê li derdora bendergehan bi cih kirine, ji zincîreya girêdana xwe bi mînên din veqetiyane û bi awayê sergerdan li nav avê digerin.

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja Duşemiyê tevî ragihandina dîtina mîneke deryayî li peravên Deryaya Reş, qala destpêbûna operasiyona ji bo jinavbirina vê mînê kir.

Ev mîn li avên perramê yên navçeya Îgneadayê li bakurê rojavayê Tirkiyê û li nêzikî sînorê Bulgaristanê hatiye dîtin.

Dibe ku bi zûtî Bulgaristan jî tûşî pirsgirêka van cûre mînên sergerdan li nav avê bibe.

 

Serepeyv