Adar 27, 2022 19:22 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Em sîstemên S400 nadin Ukraynayê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, Enqere sîstemên S400 ên ku ji Rûsyayê kirîne nade Ukraynayê.

Li gorî malpera Rojnama Turkiye çapa Stenbolê, Mevlûd Çavuşoglu di Konferansa Navdewletî ya Duhayê de bal kişand ser daxwaza hin karzan û lêkolînerên Amerîkî ji Tirkiyê derbarê pêşkêşkirina sîstema S400 bo Ukraynayê û got: "Ev sîstemana radestî Enqerê hatine kirin û hin kes ji Tirkiyê daxwazin ku em sîstema S-400 bişîne Ukraynayê, lê qet tiştek wiha di rojeva me de nîn."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê her wiha got, Enqere pêwîstiya zêdetir bi sîstemên berevaniya esmanî heye û eger nekare wan ji hevpeymanên xwe werbigire dê serî li çavkaniyên din bide.

Çavuşoglu her wiha got, Enqere dê hewlên xwe yên navbeynkariyê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bidomîne, lê biryara dawî dê ji aliyê Moskow û Kîevê ve were dayîn. Ukrayna pê hesya ye ku nikare bibe endamê NATOyê û gelek ji endamên NATOyê jî li dijî endambûna Ukrayna û Gurcistanê di nav vê rêxistinê ne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir ku, derfeta Ukraynayê nîne ku di navbera Rojava û Rûsyayê de hilbijêre û divê ew siyaseta hevsengiyê navbera her du aliyan bimeşîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser pirsekê derbarê çalakiyên olîgarşên Rûsî li Tirkiyê jî got: “Em rê didin her karekî qanûnî li welatê xwe û rê li her karekî neqanûnî digrin, lê em beşdarî cezayên Ewropayê li dijî Rûsyayê nabin.

Serepeyv