Adar 27, 2022 17:49 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Mîna ku li ber derbasgeha Bosforê hat dîtin, bêbandor bû

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da zanîn ku, mîna ku dibe ji Ukraynayê ber bi Tengava Bosforê ve hatibe, ji aliyê hêzên deryayî yên Tirkiyê ve hatiye bêbandorkirin.

Mehek bi ser şerê Ukraynayê re derbas dibe û heta niha 25 welatan çekên curbicur ên leşkerî ji Kiyevê re şandine, di vê rewşekê de Rûsiya dibêje ku ew niyeta dagîrkirina Ukraynayê nake.

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Li gorî nûçeya AFP’ê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir ku Enqerê di vê mijarê de bi rayedarên Ukrayna û Rûsyayê re şêwiriye û niha li herêmê (Tengava Bosforê) ti pirsgirêkek sewqiyata deryayî nîne.

Beriya niha jî dezgeha îstixbarata Rûsyayê hişyarî dabû ku çend mînên ku ji aliyê Ukraynayê ve li derdora benderan hatibûn çandin, ji zincîreyên girêdana wan qut bûne û li ser avên Behra Reş bûne gerok.

Medyaya Tirkiyê ragihandiye ku mîna hanê kevn e.

Piştî bê encamkirina vê mînê hin çavkaniyên nûçeyan diyar kirin ku mîneke din jî li nêzîkiya derbasgeha Bosforê hatiye dîtin, Lê belê Ajansa Anadoluyê radigihîne ku, li gor çavkaniyên ewlekarî yên Tirkiyê, îdiayên dîtina mîna duyem li nav ava Bosforê li Stenbolê ne rast in.

Serepeyv