Tirkiyê daxwaza destpêkirina dora nû ya gotûbêjan di gel Yekîtiya Ewropayê kir
Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku dora nû ya gotûbêjan ji bo endamêtiya vî welatî li Yekîtiya Ewropayê dest pê bike.
Li gorî rapora TRT'ya Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan, serokkomarê Tirkiyê di hevdîtina di gel Mark Rote serokwezîrê Holendê li Stenbolê da, got: Me çaverêtî ji Yekîtiya Ewropayê hyee ku qonaxeke nû ya gotûbêjan dest pê bike û gotûbêjên Yekîtiya Gumrikê bilez û bêyî teslîmbûna li hemberî hesabên batil dest pê bike.
Erdoxan her wiha got: Eger em endamê NATOyê ne, eger em di NATOyê da ne, divê em hevgirtina xwe bi tamî nîşan bidin. Welatên endamê NATOyê divê bi hev ra bi taybet di warê pêşeyên berevaniyê da hevgirtî bin.
Ev daxwaz di halekî da ye ku endamên Konseya wezîran a Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya herî dawî ya sala 2021ê bi piraniya dengan li hev kir ku ji ber bêsoziya Tirkiyê derheqê pîvan û yekemayetên Ewropayê, gotûbêjên endamtiya vî welatî li Yekîtiya Ewropayê hema wisa asteng bimînin.
Beşeke daxuyaniya dawiyê ya Konseya wezîran a Yekîtiya Ewropayê tevî diyarkirina nîgeraniyê ji paşveçûna ber bi zêdebûnê ya Tirkiyê di warên demokrasî, mafên mirovan û mafên bingehîn ên takekesan, ji siyaseta Enqerê ya sînordarkirina azadiya gotin û ramanê û her wiha serbixwenebûna saziya dadweriyê rexne kir.
Pêvajoya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê ku ji sala 2005an va dest pê bûbû, li pey qewimîna darbeya sserneketî ya Tîrmeha 2016an li Tirkiyê, hatiye rawestandin.