Adar 21, 2022 18:29 Asia/Tehran
  •  Li Qersê û Îdirê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin

Li Qersê ji ber şert û mercên hewayê dibistan sibê hatin tetîlkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Walîtiya Qersê, ji ber ku li tevahiya bajêr berf dibare, hemû dibistan îro hatin tetîlkirin, astengdar û ducaniyên ku di saziyên qamûyê da dixebitin jî wê sibê destûrgirtî werin hesibandin.

 

Berf û bagerê rêya 240 gundên bajêr girt.

Hin dibistanên Îdirê îro hatin tetîlkirin

Li Îdirê ji ber berf û bagerê îro dibistanên hin gundan hatin tetîlkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr hat dayîn, ji ber rewşa hewayê îri dibistanên hin gundan navber da perwerde û hîndekariyê.

Pêşdibistanên gundên Gurpinar, Alîbeykoy, Mezra, Alîkoçak, Karaçomak, Kervensaray, Pinarbaşi, Taşlica, Kizilkuleyê yên li ser navendê û dibistanên sereke û navîn wê îro perwerdeyê neke.

Ji ber berf û bagerê li navçeya Tuzlucayê jî îro dibistan hatibûn tetîlkirin.

Serepeyv