Adar 18, 2022 12:17 Asia/Tehran
  • Li Edenê bi hinceta PKKê 10 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, bi hinceta `propagandaya PKKê` 10 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edenê, îro sibehê 18ê Adara 2022ê bi ser gelek malan de girtin û bi hinceta `propagandaya PKKê` 10 kes desteser kirin.

Ew 10 kesên hatin desteserkirin, bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatin birin.

Li Tirkiyê gelek caran bi hinceta PKKê, di nav de berpirsên HDPê û gelek kes ji aliyê hêzên emnî ve tên desteserkirin.

Serepeyv