Li parêzgehên kurdên Tirkiyê rêya 1018 gundan hat girtin
Li parêzgehên Erzerom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê yên kurdên Tirkiyê, ji ber berf û pûkê rêya 1018 gundan hat girtin. Ev hefteyek e li piraniya parêzgehên kurdî pêleke barîna berfê ya giran heye.
Li Erzeromê, berf û pûka zêde ya rojên dawî bandoreke nerênî li hatûçûnê dike. Li navçeyên bilind ên parêzgehê, ji ber berf û pûkê rêya 715 gundan hatiye girtin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêyan bê navber dixebitin.
Herwiha ji ber berf û pûkê, li Agirî rêya 202, li Qersê 80, li Erdexanê 16 û li Îdirê jî rêya 5 gundan hatiye girtin. Tîmên Îdareya Taybet ên parêzgehên Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê, ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatên xwe kirin.
Li deverên kurdî yên Tirkiyê, heta niha ji ber berf û pûkê rêya zêdeyî 2000 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin. Herçiqas tîmên peywendîdar rêyan paqij dikin jî, lê ji ber bênavber barîna berfê rê dîsan tên girtin.