Adar 15, 2022 18:00 Asia/Tehran
  •  Zivistan berdewam e: Li Mûşê malên gundekî di bin berfê da man

Li Mûşê malên yekqatî û gomên gundê navendê Yukaryongaliyê ji ber barîna zêde ya berfê ya ku ev hefteyeke dewam dike, di bin berfê da wenda bûn.

Li Mûşa ku ji wan bajarên Tirkiyeyê ye ku zivistanê herî zêde berf lê dibare, ji hefteya çûyî vir va barîna berfê binavber didome.

Li gundê Yukariyongaliyê yê 50 kîlometre dûrî navendê û raqim 1800, malên yekqatî, gom, wesayît û lodên debara pez di bin berfê da man.

Şêniyê gund Eyup Omur ji rojnamegeran ra diyar kir, di demeke ku ew li benda biharê bûn da berfê bi ser wan da girt.

Omur got ku wan tunelên berfê vekirin û ew wisa dikarin biçin gomên pez û malên cîranan û wiha dewam kir, "Mal, wesayît û gomên me hemû di bin berfê da man. Ez 57 salî me ev cara ewil e ez dibînim ku evqas berf dibare. Zêdeyî 2 metreyan berf bariye."

Mîkaîl Ozçelîk jî diyar kir, ji ber barîna berfê ya ji hefteyekê vir va ew zehmetiyê dikişînin û wiha got, "Em nikarin ji mal derkevin. Min sibehê tunel vekir û ez wisa ji mal derketim. Zêdeyî 2 metreyan berf ketiye."

Sabrî Yondemê 79 salî jî wiha got, "Bi salan e ev cara ewil e ez ewqas berfê dibînim. Zivistan bi paş da vegeriya. Ez pêşiya malê bi bêrê paqij dikim. Ez her roj berfê diavêjim."

Serepeyv