Adar 14, 2022 12:51 Asia/Tehran
  •   Sirr û berfa Adarê li Qers, Mûş, Îdir û Bîngolê: Dibistan hatin tetîlkirin

Li navçeyên Qersê Qaqizman, Akyaka û Dîgorê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan hatin tetîlkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li navçeyên Qaqizman, Akyaka û Dîgorê barîna berfê tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li van navçeyên ku barîna berfê didome, dibistanên li navendê û yên li gundan îro hatin tetîlkirin.

Li Zanîngeha Mardîn Artukluyê ji ber barîna zêde ya berfê perwerde sekinî.

Li seranserî bajêr ji ber barîna zêde ya berfê û şertên neyînî yên hewayê 14ê Adarê Duşemê perwerde hat rawestandin.

Hat diyarkirin, ji bo personelê astengdar û yê ducanî yê zanîngehê jî ji bo îro îzna îdarî hat dayîn.

 Li Zanîngeha Muş Alparslanê ji ber barîna zêde ya berfê perwerde sekinî.

Di daxuyaniya zanîngehê da hat destnîşankirin, ji ber barîna zêde ya berfê û şertên neyînî yên hewayê 14ê Adarê Duşemê perwerde hat rawestandin.

 

Li hin gundên Îdirê îro dibistan ji ber barîna berfê hatin tetîlkirin.

 

Barîna berfê ya ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê bi bandor e, li Îdirê li ciyên bilind tesîra xwe zêde kir.

 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê, Dibistana Seretayî ya Pîrlî û Yenîkoyê yên navçeya Tuzlucayê ne tê da hemû dibistanên gundan û yên li navenda navçeyê û her wiha dibistanên gundên Gurpinar, Alibeykoy, Mezra, Alikoçak, Karaçomak, Kervansaray, Pinarbaşi, Taşlica û Kizilkuleyê îro dibistan hatin tetîlkirin.

Li Bîngolê ji ber berfê îro navber dan perwerdeyê.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li tevahiya bajêr berf dibare û sir û serma dewam dike.

Ji ber tengasiyên ku wê çêbibin, îro li navend û hemû navçeyan dibistan hatin tetîlkirin.

Personelên astengdar û ducanî yên saziyên qamuyê jî wê îro wekî destûrgirtî werin hesibandin.

Serepeyv