Amara herî dawî ya goriyên Koronayê li Tirkiyê
Adar 14, 2022 09:13 Asia/Tehran
Hejmara tûşbûyî û miriyên rojane yên KOVÎD-19ê di roja 13ê Adara 2022an ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê va hat ragihandin. Li gorî amara niha ya Koronayê ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ba hatiye weşandin, 138 kes mirine û 17 hezar û 426 kes jî bi vîrûsê ketine.
Cedwela 13ê Adarê ya Koronayê hat ragihandin. 298 hezar û 252 test li Tirkiyê pêk hatin. Li gorî vê cedwelê, 17 hezar û 426 tûşbûyiyên nû û 138 candayiyên ji ber Koronayê hatine qeydkirin. Hejmara başbûyiyan jî 35 hezar û 568 kes hat ragihandin.
Fexredîn Koca wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê ragihandiye ku danîna maskê di atmosferên vekirî û kolanan da mecbûrî nîne; Lê li nav utubûs û taksiyê divê were bikaranîn.