Adar 12, 2022 19:29 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê Amedê  li dijî PKKê dest bi operasyonê kir

Li parêzgehên cuda yên kurdan li Tirkiyê operasyonên serbazî yên artêşa vî welatî berdewam in. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Amedê dijî hêzênên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-31 kir.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Şemiyê 12ê Adaara 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-31” vê sibê bi beşdarbûna hezar û 130 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 9ê Adara 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Colemêrgê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê operasyona bi navê “Eren Zivistan-30” daye destpêkirin.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî hêzên PKKê destpê kirine.

Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan (Cerdevanan) destpê kiribû ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Tirkiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna şervanên PKKê li parêzgehên cuda yên kurdan dan destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Serepeyv