Adar 12, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Tirkiyê balyozxana xwe li Kîevê vala kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê duh Înê ragihand ku wan balyozxana xwe ya li Kîevê ya paytexta Ukraynayê vala kiriye.

Li gorî rapora roja Înê ya IRNA`yê, Tanju Bilgîç berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê got: Dîplomatên balyozxana Tirkiyê dê bi hincetên ewlehiyê li bajarê Çernivtsî li nêzîkî sînorên Romanyayê bi cih bibin.

Lê belê berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, balyozxaneya li Kîevê nayê girtin û tenê dîplomat dê bo bajarekî din bên veguhestin.

Piştî liv û tevgerên vê dawiyê yên welatên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Lohanskê li rojhilatê Ukraynayê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet da . Piştî wê firokeyên şer, top û mûşekên Rûsî çeperên artêşa Ukraynayê kirin armanc.

Putîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, reaksiyonên cîhanî yên li hemberî vê kiryara Rûsyayê berdewam dike, boykotên aborî û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv