Adar 11, 2022 14:07 Asia/Tehran
  • Serokê CHPyê serdana Amedê kir

Kemal Kilîçdaroxlû di serdana xwe ya Amedê da çareserkirina meseleya kurdan girêdayî bi bihîstina dengê welatiyên kurd ji aliyê desthilatê va zanî.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kemal Kilîçdaroxlû Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) çareserkirina meseleyan kurdan girêdayî bi bihîstina dengê welatiyên kurd zanî û rexne li siyaseta tunehesibandina meseleya kurdan ji aliyê Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê girt.

Li gorî nivîsîna Mezopotamyayê, Kilîçdaroxlû di serdana Amedê da tevî beşdariya di civînekê di gel rojnamevan û serokên saziyên sivîl, derbarê meseleya kurdan, got: "Em gelek bêdadiyan dibînin. Eger em nekarin li ser van mijaran biaxivin, em nikarin meseleyan çareser bikin. Erdoxan îdia dike ku meseleya kurdan tuneye. Bi nêrîna wî ev yek tuneye. Lê gelo nêrîna welatiyan jî ev e? Hûn wek desthilat divê ji welatiyên ku mijûlî meseleyê ne bipirsin û guhdariya wan bikin. Hûn divê mijarê çareser bikin. Eger guh nedin welatiyên ku mijûlî meseleyê ne, hûn nikarin wê çareser bikin."

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) li ser wêdadayîna şaredarên hilbijartî ji aliyê gel va li Kurdistana Tirkiyê got: "Kesê ku bi hilbijartinê tê, divê bi hilbijartinê were wêdadayîn. Ji hêla qanûnî va mafê desthilatê tuneye ku rêveberên hilbijartî ji aliyê gel va wêda dayîne û rêveberên xwe tayînî cîgeha wan bike."

 

Serepeyv