Tu encamek ji civîna wezîrên derve yên Rûsiye û Ukraynê li Antalyayê derneket
Civîna yekem a wezîrên derve yê Rûsiye û Ukraynê ji dema destpêbûna şerê Ukraynê, bê encam bi dawî bû.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di civîna Antalyayê da Sêrgêy Lavrov wezîrê derve yê Rûsiyê got: Rûsiye dixwaze ku Ukrayn welatekî bêla, dost û jiçekkirî be da ku metirsiyek dijî Rûsiyê neyê hesab.
Dmîtrî Kolîba wezîrê derve yê Ukraynê jî got: Xwestekên hevpêşeyê min ê rûsî bi wateya çokdanîna Ukraynê li erdê ye, lê Kiyêv li dû rêkarên siyasî yên hevseng e.
Receb Teyib Erdoxan serkkomarê Tirkiyê hêviya xwe dabû diyarkirin ku ev civîn bibe sebeba agirbesa hertimî navbera Ukrayn û Rûsiyê û şer bi dawî were.
Gelek welatên cîhanê ji wan welatên ewropî û Amerîkayê piştî destpêbûna vî şerî, ev karê Rûsiyê şermezar kir û zextên xwe yên dîplomatîk û aborî dijî Rûsiyê dest pê kirin.