Adar 08, 2022 23:59 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê bi dehan jin hatin desteserkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê herî kêm 38 jinên ku dixwestin bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  beşdarî “Meşa Bi Şev a Femînîstan” a li Meydana Taksîmê bibin hatin destserkirin.

Parêzgariya Stenbolê, li Qada Taksimê bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan her cure çalakî, civîn, meş û daxuyaniya çapemeniyê qedexe kir. Her wiha hêzên ewlekariya Stenbolê jî bi barîyeran derdora Qada Taksimê, kuçe û kolanên ku diçin qadê dorpêç kirin.

Ji navçeyên cuda yên Stenbolê hejmareke jinan xwestin beşdarî 20emîn “Meşa Bi Şev a Femînîstan” a li Meydana Taksîmê bibin, ku ew meş bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar her sal  tê kirin.

Lê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya biryara qedexeya çalakiyan a Parêzgariya Stenbolê û Qeymeqamiya Beyoglu de berbest li çendîn cihên Meydana Taksîmê û Caddeya Îstiklalê danîn û rê nedan ku jin xwe bigehînin cihê meşê.

Beşek ji jinan jî tevî van berbestan xwestin xwe bigehînin Meydana Taksîmê. Lê hêzên ewlekariyê midaxaleyî wan kirin û li gor zanyariyan herî kêm 38 jin hatin desteserkirin.

Serepeyv