Li Tirkiyê 485 hezar jinên derçûyên zanîngehê bê kar in
Cîgirê Serokê CHPê Veli Agbaba ragihand ku li Tirkiyê 485 hezar jinên derçûyên zanîngehê bê kar in û ji her 100 jinan 65 jin nikarin beşdarî nav sektora kar bibin.
Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Veli Agbaba bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Agbaba di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê dide ku li Tirkiyê 485 hezar jinên derçûyên zanîngehê bê kar in û her diçe rêjeya bêkariya jinan zêde dibe.
Agbaba dibêje, li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji her 100 jinan 65 jin bêkar in û nêzîkî 10 milyon jin jî ji ber karên malê nikarin di sektora kar de bixebitin.
Agbaba diyar dike ku ji wan 388 doktora û 10 hezar jî derçûyê lîsansa bilind bi giştî 485 hezar jinên derçûyên zanîngehê ji Saziya Peydakirina Kar û Karkeran (IŞKUR) daxwaza kar kirine.
Li gor daxuyaniyê hejmara jinên bêkar ku li kar digerin li gor sala borî ji %15 zêde bûye. Di Çileya 2021ê de hejmara jinên bêkar yên li IŞKURê tomarkirî milyonek û 386 hezar bûye, lê ev hejmar di Çileya 2022ê de gihiştiye milyonek û 595 hezar jinan.