Adar 08, 2022 12:45 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê dîsa behayê benzîn û dîzelê zêde bû

Li Tirkiyê di dema hefteyekê de eva çaremîn car e ku bihayê benzîn û dîzelê tê zêdekirin. Bihayê lîtreke benzînê zêdeyî 19 lîre ye û lîtreke dîzelê jî 21 lîre derbas kiriye.

Ji îro serê sibeha 8ê Adara 2022ê ve bihayê her lîtreyek benzîn 57 quruş û her lîtreyek dîzel jî yek lîre û 44 quruş hat zêdekirin.

Li Enqera paytexta Tirkiyê lîtreyek benzîn ji 18.77 lîreyan bû 19.34 lîre. Li Stenbolê bihayê lîtreyek benzîn ji 18.67 lîreyan bû 19.24 lîre û li Izmîrê jî bihayê lîtreyek benzîn ji 18.79 lîreyan bû 19.36 lîre.

Her lîtreyek dîzel ku li Enqerê bi 19.85 lîreyan dihat firotin, gehişte 21.29 lîreyan. Li Stenbolê lîtreyek dîzel ji 19.75 lîreyan gehişte 21.19 lîre û li Izmîrê jî ji 19.85 lîreyan bo 21.19 lîre hat bilindkirin.

Di dema 15 mehên derbasbûyî de bihayê sotemeniyê li Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 185 zêde bûye û depoya benzînê ya otomobîlekê bi 1000 lîreyan tejî nabe.

Serepeyv