Pervîn Bûldan: Oposîziyona Tirkiyê rexneyan li hikûmetê digire, lê di rastiyê da wek wê tevdigere
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji reftara opopsîziyona Tirkiyê derheqê vê partiyê rexne kir û ji wan xwest ku li gorî xalên ku îdiaya wan dikin, tevbigerin.
Pervîn Bûldan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di axaftina xwe ya li kongreya çarem a HDPyê li Dîkolê (Xazî Enteb), tevî rexneya ji reftara ducûre ya opozîsiyona Tirkiyê, got: Pirsgirêka me tenê hikûmeta Tirkiyê nîne, belkî em tûşî opozîsiyonekê li vî welatî ne ku di bi gotinê rexneyê li hikûmetê digirem lê dema pêngavrakirinê, heman karî dike ku desthilata Erdoxan dike.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her wiha got: Oposîziyonek li Tirkiyê heye ku derbarê wêdadayîna şaredarên hilbijartî yên gel li bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê bêdeng dimîne û hema ev oposîziyon dengê erê dide betalkirina parêzbendiya parlementera HDPyê. Di halekî da ku HDP dikeve ber bêdadî û neqanûniyê, oposîziyon bêdeng dimîne.
Partiyên Oposîsiyona Tirkiyê bi giştî di civîn û şêwirînên xwe da qayîl bi cîgehekê bo HDPyê nînin û ev cara yekem e ku HDP bi aşkiratî rexneyê ji reftara partiyên dijberê hikûmeta Erdoxan ku xwe wek Oposîziyon bi nav dikion, digire.