Adar 07, 2022 08:30 Asia/Tehran
  • Midhet Sencer: HDP ji Efrînê û Serê Kaniyê bigir heta Ukraynê li her derê li dijî dagirkeriyê ye

Heverokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tenha rêya rizgarkirina gelê Tirkiyê ji desthilata AKP-MHPyê têkoşîna hevpar a gel da zanîn.

Midhet Senser tenha rêya rizgariya gelê Tikriyê ji hevpeymaniya AKP û MHPyê têkoşîna hevpar a gelê vî welatî da zanîn û got: HDP ji Efrîn û Serê Kaniyê bigir heta Ukraynê li her derê li dijî dagirkeriyê ye.

Midhet Senser di Kongreya HDPyê ya li bajarê Entakiyeya parêzgeha Xetayê da got: Em dizanin ku ev şer, şerê navbera gel nînin, belkî şerê navbera hikûmetên emperyalîst in. Em aliyê vî şerî nînin. Helbet em pişta mafê diyarkirina çarenûsa gel ji aliyê wî bi xwe va digirin. Em li aliyê têkoşîna gel ji bo serêxwegirtina demokrasî û azadiyê ne. Em li aliyê aştiyê ne.

Heverokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî amajeya bi destwerdana Tirkiyê li qeyrana Sûriyê, got: Desthilata MHP-AKP bi dehan sal e ku wêranî, belengazî, şer û talanmkirin li ser gelê Sûriyê sepandiye. Blûka faşîstî li şerê navxweyî yê Sûriyê pişta rêxistinên terorîst ên weke DAIŞê girtiye.

 

Serepeyv