Bihabûna kelûpelan bû manşeta sereke ya rojnamên Tirkiyê
Aloziya Ukraynayê û di encamê de zêdebûna krîza aborî li Tirkiyê bûye manşetên piraniya rojnamên vî welatî.
Aboriya Tirkiyê bi mehan e ku ji ber daketina nirxê tund a lîreyê tirkî ketiye nav krîzeke giran.
Li Tirkiyê enflasyon pir zêde bûye û encamên cengê Ukraynayê jî enflasyonê zêde kiriye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, bilindbûna nirxê kelûpelan bi taybetî nirxa rûnê xwarinê, îro Yekşemê bû manşeta gelek rojnameên Tirkiyê. Rojnameya Suzju di raportekê de behsa zêdebûna nirxê fêkî, pincar û sebzeyan û bilindbûna bihayên kelûpelên din kiriye.
Rojnama Millî Gazete jî ji bo rapora xwe sernavê "5 lître rûnê avekî (şil) 200 lîre" hilbijart, piştî ku nirxê rûnê avekî ji sedî 200 zêde bû.
Kovara Yenî Çag jî der barê fikarên gel ên ji ber zêdebûna bihayan ji bo rapora xwe sernavê "Ji tirsa bihabûna kelûpelan gel refikên dikanan vala kirin" hilbijart.
Piştî zêdebûna nirxê petrolê di bazarên cîhanê de piştî şerên li Ukraynayê û cezayên li dijî Rûsyayê, rojnama Kerar jî di nûçeya xwe ya bi sernavê "Benzîna gihêştiye sînorê 20 lîreyî" de behsa zêdebûna nirxê benzînê kir.
Navenda Îstatîstîkan a Tirkiyê di rapora roja pêncşema borî de ragihandibû ku rêjeya enflasyonê ya welêt di 12 mehên berî sibatê de gihîştiye ji sedî 54.44ê ku li gorî heman heyama meha borî ji sedî 4.81 zêde ye.