Adar 04, 2022 14:58 Asia/Tehran
  •  Derbarê parlementera HDPyê, Semra Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Piştî ku di 1ê Adara 2022an de li Parlamentoya Tirkiyê ji ber du fezlekeyan parêzbendiya Semra Guzel hat rakirin, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, îro 4ê Adara 2022an derbarê wê de bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” lêpirsîn da destpêkirin.

Tê çaverêkirin Semra Guzel bo serdozgeriyê bê bangkirin.

Piştî wergirtina îfadeyê, dê serdozgerî biryarê bide ka derbarê Guzel de dozê vedike an venake.

Hêjayî gotinê ye, Li gundê Axçali yê Semsûrê 29ê Nîsana 2017an di bombebaranekê de 4 hêzên PKKyê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.

Li gorî medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hat kirin de, di telefona destan a Volkan Bora de gihîştine wêneyan ku hinek ji wan jî bi Semra Guzel re kişandiye.

Parlamentera HDPyê piştî wêneyên ligel hêzê PKKyê hatin belavkirin daxuyaniyek dabû û gotibû: “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatim pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan li xwe bikim. Piştî ku ez demek sekinîm, ez hîn bûm ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtnê ne.”

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.

Serepeyv