Adar 04, 2022 10:04 Asia/Tehran
  • Tirkiyeyê nîgeraniya xwe ji alûgorên Ukraynê diyar kir

Tirkiyeyê tevî tekeziya li ser pêwîstiya teşwîqkirina Rûsiyê bo gotûbêjê ji bo çareserkirina kêşeya di gel Ukraynê, nîgeraniya xwe ji rewşa vî welatî ragihand.

Îbrahîm Kalîn berdevkê serokkomarê Tirkiyê di hevpeyîvînekê da boykotkirina Rûsiyê wek tenha rêya li pêşber da zzanîn.

Kalîn got: Tirkiye û Rûsiyê pêwendiyên aborî yên xort di gelek warên aborî ji wan enêrjî, geştyarî û cotkariyê hene û em naxwazin ku derveyek li van pêwendiyan bikeve.

Kalîn parastinan têkiliyê di gel hin welatan ji wan Rûsiyê, bi armanca teşwîqkirina Moskoyê bo dewama gotûbêjê pêwîst da zanîn û ihtimala şerê navokî karesat da zzanîn.

Ev gotin di rewşekê da ne ku hêzên artêşa Rûsiyê pêşdaçûna xwe li Ukraynê didomînin û cîhana rojava wek bersiva alîkariyê ji aliyê Kiyêvê va ji bo sekinîna li hemberî leşkerên ûris, bala xwe daye ser boykotên ku ziyaneke cidî negihîne aboriya Ewropa û Amerîkayê.

 

 

Serepeyv