Adar 03, 2022 19:09 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê enflasyon di salekê de %54.44 jorda çûye

Li Tirkiyê enflasyon di meha Sibatê de bi rêjeya %4.81 û li gor heman meha jî %54.44 bilind bûye. Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, enflasyona salane bi rêjeya %123 bilind bûye. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu îdîa kir ku li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ne kêmî %123 ye û amarên TUIKê ragihandine ne rast in.

Li gor Saziya Amarên Tirkiyê, enflasyona Tirkiyê di meha Sibatê de bi rêjeya %4.81 û li gor meha Sibata 2021ê jî  %54.44 zêde bûye. Li gor meha Kanûna 2021 jî enflasyona salane %16.45 zêde bûye. Piştî eşkerekirina rêjeya enflasyonê dolarekî Amerîkî bo 14.13 67 lîreyên Tirkî bilind bû.

Di enflasyona salane de herî zêde bi rêjeya %75.75 bihayên veguhestinê, bi rêjeya %64.85 bihayên kelûpelên nav malê  piştî wan jî bi rêjeya %64.47 bihayên xwerak û alkolê zêde bûne. Di rêza sêyem de jî bi rêjeya %23.03 bihayê kelûpelên malan zêde bûye. Enflasyona herî kêm jî bi rêjeya %5.29 di pêwendîkirinê de çê bûye.

Di enflasyona mehane de jî herî kêm bi rêjeya %11.89 bihayê sektora ragihandinê,  bi rêjeya %22.24 sektora pêwendîkirinê de çêbûye.

Ji aliyê din ve Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG), rêjeya enflasyona mehane wek %5.44 û ya salane jî wek %123.80 eşkere kir. Piraniya caran saziyên serbixwe û opozisyona Tirkiyê jî amarên ku TUIK dide nerast dibînin û dibêjin li gor xwesteka desthilatê amaran belav dike.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu jî li Parlamentoya Tirkiyê civînek saz kir û amaje bi wê yekê da ku amarên enflasyonê yên TUIKê ragihandine ne rast in û li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ne kêmî %123an e. Gergerlioglu got: “Dibêjin aboriya Tirkiyê sala 2021ê ji %11 mezin bûye. Bavên peran mezin dibin, karsaz mezin dibin. Lê hejar her diçe hejartir dibin. Encam tê eşkerekirin, dibêjin ku me abor %9 û %11 mezin kiriye. Kî mezin dibe?”

Serepeyv