Çeteyên ser bi Tirkiyê 5 hemwelatiyên kurd li Efrîn revandin
Li Efrînê rêjeya revandina welatiyên Kurd û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çete yên ser bi Tirkiyê, her diçe zêde dibin.
Çalakvanên Efrînê belav kirin, çeteyên bi navê Polîsa Leşkerî roja 1ê Adarê 2 kesên bi navê Ebdo Mihemed Cabo û Ebdo Xelîl Hiso ji gundê Kaxirê ya navçeya Mabet revandin.
Çalakvanan diyar kirin, heman grûpa çete roja 1ê Adarê jî 2 kes bi navê Hesen Mihemed Mamo û Mihemed Cafer ji gundê Şorebe yê li navçeya Mabeta revandin.
Çalakvanên Efrînê jî dan zanîn, roja 1ê Adarê welatiyê bi navê Mehmûd Eslan Sîdo yê gundê Ebîdanê yê li navçeya Bilbilê li ser rêbendeke Polîsa Leşkerî hat revandin.
Çalakvanan gotin ku, çekdaran dest danîn ser otomobîla Mehmûd Eslan Sîdo û li hember berdana wî, daxwaza 20 hezar Dolar ji malbata wî kirine.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên ser wê ve Efrîn ji Adara 2018an ve dagîr kiriye. Ji wê demê ve jî, çekdaran bi mebesta standina pere û fidyê ji Kurdan û neçarkirina wan ku koçber bibin, bi hezaran kes revandine.
Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, dora 8230 kes hatine revandin, 5530 kes ji wan hatine berdan û yên din jî hîn çarenivîsa wan ne diyar e.
Hikûmeta Sûriyê bi caran ji saziyên navneteweyî xwestine ku hikûmeta Tirkiyê û Amerîkayê bi çeteyên van ve neçar kin da ku dawiyê bidin dagirkirina axa Sûriyê.