Adar 03, 2022 09:13 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna ji ber rakirina parêzbendîya parlimantera HDP li şarên curbicur ên Tirkîyê

Kurd û alîgirên HDP bi nîşana nerazîbûna hibmerî rakirina parêzbendîya parlemantereka HDP li şarên curbicur ên Tirkîyê daketin kolanan.

Li bajarên Mêrdîn, Amed, Wan û Rihayê gel daket kolanan û nerazîbûna xwe himberî biryara parlimana Tirkîyê ya rakirina parêzbendîya Semra Gozel parlimantera HDP nîşan da û ev yeka zevtkirina vîna gelê kurd zanî.

Duh parêzbendîya Semra Gozel parlemantera HDP ya Amedê bi pirranîya dengan li meclisa Tirkîyê hat rakirinê û dosîya wî bi tawanên endametîya di rêxistineke têrorîst da û dabînkirina dirêv jibo têrorîzmê jibo Wezareta Dadwerîyê hat şandin.

Ebrû Gunay Berdevka HDP jî di koma nerazîyan ber avahîya HDP ya Mêrdînê da amade bû û rakirina parêzbendîya Semra Gozelê zevtkirina vîna gelê kurd zanî û got: Dijminatîya hibmerî kurdan tenê hêza têkoşînê ya gelê kurd zêde û xurt dike. Gelê kurd careka din dijminatî û zevtkirina vîna xwe bi destê hikûmetê dît.

Şayanî gotinê ye ku bi dû belavkirina wêneyên berê yên Semra Gozelê yên digel Volkan Bûra rojnamevan endamê candayî yê PKK ku ew xwe dibêje di serdema demajoya aştîyê da bi agahdarîya hikûmetê hatine tomarkirinê, 2 dosîyên dadwerîyê dijî wê parlemantera HDP hatin amadekirinê û ser vî esasî parêzbendîya wê hat rakirin.

Serepeyv