Adar 02, 2022 13:44 Asia/Tehran
  • Parêzbendiya Semra Guzel Parlementera HDP'î hat betalkirin

Parêzbendiya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP'ê) ya Amedê Semra Guzel hat betalkirin.

Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtina ji bo betalkirina parêzbendiya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hat nîqaşkirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevli Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir.

Piştî parastinê dengdayîn hat kirin. Ji bo fezlekeya ewil a derbarê Guzelê de 313 kesan gotin erê û 52 kesan jî gotin na.

Di dengdayîna ji bo fezlekeya dudiyan a der barê Guzelê de, 327 kesan got erê û 52 kesan jî got na. Piştî vê parlementerên HDP'î Desteya Giştî protesto kirin û derketin.

Piştî betalkirina parêzbendiya dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. Piştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.

Serepeyv