Adar 01, 2022 12:56 Asia/Tehran
  •  Tirkiye:

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu got, "Me hişyarî da hemî welatên çi yên cîrankevî û çi yên din emê ti keştiyekî di tengavan re derbas bibin."

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Çavuşoglu piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê derbarê Peymana tengavan a Montroyê û derbasbûna keştiyên cengê di tengavan de ku piştî cenga Rûsya û Ukraynê hat rojevê daxûyanî da.

Çavuşoglu bi bîr xist ku di haletê cengê de heke Tirkiye alliyekî ji cengê be desthilat û teserrufa di tengavan de bi temamî ji bo Tirkiyeyê hatiye dayin û wiha got:

"Heke Tirkiye di cengê de ne ji aliyekî be, desthilata Tirkiyeyê heye ku keştiyan di tengavan re derbas neke. Heke keştiya cengê vegere baregeha xwe ya Deryaya Reş derbasbûn nayê astengkirin. Em hukmên Montroyê cîbicî dikin. Me hişyarî da hemî welatên çi yên cîrankevî û çi yên din emê ti keştiyekî di tengavan re derbas nekin. Tişta Montro got me ew cîbicî kir, ji îro pê de jî emê wê bikin. Heta nuha ti derbasbûnek di tengavan re çênebûye. Heta îro Rûsyan dipirsî gelo di dema pêwîstiyê de dê Montro bê cîbicîkirin an na. Me ji wan re jî digot ku em ê peymanê herfiyen cîbicî bikin."

 

 

Serepeyv