Adar 01, 2022 12:09 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Tirkiye daxwaza kêmkirina kêşeyê navbera Rûsiye û Ukraynê dike

Serokomarê Tirkiyê dibêje, em ji bo kêmkirina kêşeyê û bidawîhatina şêrr navebra Ukrayn û Rûsiyê û dabînkirina ewlehiya Deryaya Reş, naveroka Peymana Montroyê dê cih bînin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê şeva çûyî ragihand, Li gorî Peymana Montroyê Tirkiye rê dide keştiyên şêrr ên aliyê pevçûnê li Deryaya Reş ku bi rêya tengavên navneteweyî vegerin baregehên xwe.

Li gorî vê peymnaê, keştiyên şêrr û binderyayiyên aliyên şêrr li Ukraynê tenê ji bo vegeriyana bo baregehên xwe li Deryaya Reş dikarin ji du tengavên Bosfor û Dardanelê derbas bibin.

 

Tengava Bosforê zîvaleke avî li Tirkiyê ye ku Deryaya Reş li Deryaya Mermereyê girêdide. Ev tengav du parzemînên Ewropa û Asyayê ji hev vediqetîne.

Tengava Dardanelê tengaveke li bakurê rojavayê Tirkiyê ku Deryaya Êjeyê li Deryaya Mermereyê girêdide.

 

Li gorî Xala 9an a vê peymanê, Tirkiye dikare tengavên Bosfor û Dardanelê li ser keştiyên şêrr ên welatên di şêrr da girêbide û destûra derbasbûnê tenê bide keştiyên ku dixwazin vegerin perravên xwe li Deryaya Reş.

Rûsiye û Ukraynê her duyan peravên xwe li Deryaya Reş hene.

 

 

 

Serepeyv